Anasayfa Haber Heta jin azad nebin, maf û cîhan azad nabe

Heta jin azad nebin, maf û cîhan azad nabe

Paylaş

 

Ozgur Devrîm/JINHA

BEHDÎNAN – Endama PAJK’ê Zilar Stêrk destnîşan kir ku kesên ji mezinbûn, pêşketin, hêzbûn û azadiya jinê ditirsin, di rastiya xwe de ji guhertina cîhanê û daxwazên azadiya mirovahiyê ditirsin. Zilar,  wiha got: “Têkoşîna azadiya jinê, kakil û navenda têkoşîna jiyana azad e. Heta jin azad nebin maf û cîhan azad nabe.”

8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di heman demê de roja destpêka têkoşîna jinan a bi bedena xwe bedal dane ye. Dîsa roja tekoşîna jinan a ji bo parastina ked, nasname û jiyana azad e. Bi salan in, ji her çand, çîn, netew, bawerî, temen û rengan jin vê rojê dadikevin qadan û 8’ê adarê pîroz dikin. Jin li qadan dibin yek, yekîtiya xwe ya li diji tundî, metîngerî, destdirêjî, kuştinê dîtin ziman û ji bo jiyan û cîhanek azad dengê xwe bilind dikin. Jin îsal jî bi heman armancê amadekariyê dikin ku dakevin qadan û mafê xwe biparêzin. Em têkildarî destdirêjî, qetilkirin, polîtîkayên tundiya li ser jinan a hikûmeta AKP’ê, parastina rewa, Kongreya DOKH’ê, Komîsyona Azadiya Jinan û meşa di 6-7’e Adarê de tekildarî 8’3e Adarê pêk bê, bi

Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK)’ê Zilar Stêrk re axivîn.

Endama PAJK’ê Zîlar Stêrk, têkildarî polîtîkayên hikûmeta AKP’e ya li ser jinê axivî û wiha got: “Ez di destpêkê de 8’ê Adarê li jinên Kobanê, Şengalê, Kerkukê di şer de cih girtin, şervanên YPJ, YJA Star û YPJ-Şengal û hemû jinên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navin pîroz dikim. Ez têkoşîna wan bi hurmetî silav dikim. Ez hemû şehidên şoreşger ên di riya azadiya jinê de şehîd ketin bi hurmetî bibîr tînim. Qet û qet bîranîn û keda tu hevalan vala neçûye. Xizmet ji mezinkirina mîrateya têkoşîna bingehîn a veguhertina cîhanê re kirine. Ked û mîrateya ku ji Xwedavend Star, Înanna, zanistên serdema navîn, Olempia Deu Gusche, karkerên Cotone yen 8’ê Adarê, Roza Luxemburg, Leyla Xalit, Besê, Sakine Cansiz, Zeynep Kinaci, Arîn Mîrxan, Ronahiya Alman Viyan Caf, Şêrin Elemhuli, Turk Canda, Çerkez Hêlîn, Rojbina Ereb maye heta keda hezaran têkoşerên din  mîrateya tekoşînek mezin heye. Em îro vê mîroteyê li ser axa Kurdistanê mezin dikin. Wekî ala sosyalîzmê ala têkoşîna azadiya jinê jî li ser axa Kurdistanê bi rûmetî bilind dibe. Ala Têkoşîna Azadiya Jinê îro di destê rêheval Sakine, Zilan, Beritan u Arînan de bi bawerî bilind dibe armanc dike ku cîhanê veguherîne.”

‘Heta ku mêr neyê guhertin civak nayê guhertin’

Zîlar, destnîşan kir ku kesên ji mezinbûn, hêzbûn, xurtbûn û pêşketina jinê ditirsin, di heman demê de ji daxwaza guhertina cihanê û azadiya mirovahiyê ditirsin in.  Zilar, da zanîn ku têkoşîna azadiya jinê, kakil û navenda têkoşîna jiyana azad e û wiha got: “Heta jin azad nebin maf û cîhan azad nabe. Heta ku mêr neyê guhertin civak jî nayê guhertin. Heta ku serdestî û zordariya zilam bi dawî nebe, heta ku zilam dawî li ixtîdarê, mêtîngeriye tundiyê neynî cîhan nayê guhertin. Divê berî her tişti kodên di civakê de yên wekî “Mêrê bi hêz û jina lawaz” bê guhertin. Divê fikrên serdestî û zordariyê ji nûve bên rastkirin û li şûna wan fikra rast bê rûniştandin. Dermanê vê yekê jî zanistiya jinê Jîneolojî ye. Divê êdî her kes van mijaran niqaş bike. Divê li her qada civakê ev rastî bên niqaşkirin. Ev bend û sînorê ku jiyana azad dorpêç kiriye, ne tenê çend kes, hemû kes dijîn. Ji ber vê yekê divê her kes niqaş bike û her kes ji nûve xwe ava bike.”

‘Herî zêde AKP êrîşî fikra Jiyana Azad dike’

Zîlar, da zanîn ku li Tirkiyeyê herî zêde hikûmeta AKP’ê êrîşî fikra Jiyana Azad dike û bi siyaseta xwe dixwaze jinê wekî malê mêr bide qebûlkirin. Zîlar, destnîşan kir ku bi modela xeta Îslama Îxdîdar modernîteya malbatê kûr dike û modela malbata zilamê serdest pêş dixe. AKP’ê li dijî xeta azadiyê ya jinê şerê taybet daye destpêkirin. Êrîşi hemû destkeftiyê jinê dike. Di sersala nû de pojeyek din derxistin. Projeya ‘Parastina nifûsa bi hêz a malbatê” wekî projeyek baş û civakî dide xuyakirin. Lê di rastiyê de êrîşî nirx û mafê jinê dike. Bi vê projeyê dixwaze rê li pêş azadiya jinê bigire. Patenta mêr e. Dixwaze bi vê projeyê mêrê bi hêz bêtir bi hêz bike û jina mawaz jî bêtir mawaz bike.”

‘AKP ji pêşketina jinê ditirse’

Zîlar, bal kişand ser vîna jina azad a li bajarên Rojava, çiyayên Kurdistanê, çeperên li Koban, Şengal û Kerkukê û wiha berdewam kir: “Di şexsê jina kurd de seknek jinê ya xurt heye. Ev berxwedan û têkoşîna jina kurd hemû jinên herêmê û cîhanê bandor dike. Ev têkoşîna jina kurd, bandorê li ser jina Tirkiyeyê jî dike. Ji ber vê yekê AKP ditirse. Ji ber xeta AKP’ê weki remza bîrdoziyê li jinê dinere û digire dest. Ji bo hemû jinan bi her awayî têxe bin kontrol û fermana xwe şerekî taybet û hewldanek pir mezin nîşan dide. Jargona Îslamî ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne Ev polîtîkayek pir qirêj e. Ji ber ku AKP Jarkona Îslamê pêk tîne. Hewldana modernîteya kapîtalist e. Tu eleqeya wê ya Îslama Medine bi hev tune ye.”

Gotinên wekilên AKP’ê bandorek mezin li ser kuştina jinan dike’

Zîlar, li ser gotinên wekîlên AKP’ê yên têkildarî jiyana jinan dike  jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezîr û wekîlên AKP’ê yên li ser jinan dike, rê li pêşiya destdirêjî kuştin û tundiya li ser jinê dike. Hev gotinên wekîlên AKP’ê li ser tundî, destdirêjî û kuştnê xwedî rolek mezin e. Divê her tacîz û destdirêjiyê wekî qetilkirina jinê bê destgirtin. Ji ber ku ji bo jinê her tacîz û destdirêjî mirin e. Sedema herî mezin a tacîz, destdirêjî û qetilkirina jinan gotinên serokkomar Erdogan bi xwe ye. Erdogan etek û dekolteyên jinan wekî sedema tacîz û destdirêjiyê nişan dide. Naxwaze jinên ducanî derkeve derve. Bi vê helwesta xwe hemû tundiya li ser jinê pêk tê rewa dide nîşandan. Bi pir zewaca zilam, pir zarokanîna jinê, jine ji bo zilam wekî milk dide qebûlkirin û vê yekê rewa dide nişandan. Wekîl û wezîrên AKP’ê yên din jî hêzê ji Erdogan digirin û rêça wî dişopînin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû jnên ku siyaseta AKP’ê baş nas dike dikim ku li hemberî vê projeya AKP’e dengê xwe bilind bikin. Divê hemû jin ji bo mafên gerdûnî û hevpar bibin yek û li ser nasnameya zayenda jinê têkoşinek hevpar bidin meşandin. Divê hemû jinên li derdora AKP’ê kom bûne bi lezgîn terk bikin û xwe guhenbar nekin.”

‘Hêvîya ji dewletê teqez ne çareserî ye’

Zilar, di berdewama axaftina xwe de li ser bendewariya parastina dewletê ya jinan ji rawestiya wiha pêde çû: “Bendewariya jinan a li hemberî dewletê teqez şaş e. Nabe çareserî. Ji xwe dewlet tundiya li hemberî jinê zede dike. Aqilê dewletê aqilê zilam e. Ji ber vê yekê li zilam xwedî derdikeve û zilam xurt dike. Ji ber ku zilam xwediyê dewletê ye Ji ber vê yekê dewlet naxwaze li dijî pergala zilam tev bigere. Divê em baş zanibin ku yên civakê diwelitîne jin e û aqilê jinê ye. Yê dewletê jî diwelidîne zilam û aqilê zilam e. Zilam dixwaze civaka demokratîk ku bi destê jinê pêş dikeve bi dest bixe û li gorî berjewendiyên xwe tolazan bide xwe.”

‘Divê yekîneyên jin ên çekdar hebin’

Zîlar, daxuyand ku civaka sivîl a li hemberî pergala netew dewletê ya di bin bandora çanda metingeriye de xwe bi teşe kiriye bê parastin maye û jin bêtir bê parastin maye. Zîlar, hebûna polîs û rayedarên parastina dewletê rexne kir û wiha got: ” Qaşo polîsê dewletê bi boneya parastina civakê heye. Lê dijberî wê tev digere. Polîsên dewletê ji bo parastina dewletê heye. Yê herî bê hez jin û civak e. Çeka wan a madî û manevî tune. Dijberî vê yekê berê hemû çekan dane wê û êrîşî jin û civakê dikin. Jin li hemberî van êrişên zêde bê parastin dijîn. Di van şert û mercan de jin bê parastin nikarin bijîn. Nabe ku jin êdî bê parastin bin. Divê jin hem di aliyê bedenê de û hem jî di aliyê hişmendiyê de karibin xwe biparêzin. Divê yekîneyên jinan ên parastina rewa hebin. Divê li şûna parastina dewletê, jin karibin bi xwe xwe biparêzin. Ji ber ku dewlet mêrantiyê wekî çek bikar tîne. Bi wasî mafê parastina jinê ya rewa heye, ew qas jî mafê wê yê parastina bi çek jî heye. Divê hemû sazî û rêxistinên jinan ji bo ev mafê wan ê parastinê têbikoşin û ji bo ev daxwaza wan bibe zagon bixebitin.”

‘Divê em çareseriyên mayinde û gerdûnî pêş bixin’

Zîlar, da zanîn ku jin dikarin di  8’ê Adare de çareseriyan pêş bixin û di 8’ê Adarê de tekoşîna xwe xurttir bikin. Zilar, heri dawî pêşniyar û daxwazên xwe anî ziman û wiha got: “Raste di 8’e Adarê de pîrozbahi tên kirin. Lê ev tenê ne bes e. Divê di vê rojê de platformên ku çareseriya jinan pêş bixin bên avakirin. Bûyerên ku wekî bi serê Ozgecan de hatin dibe ku bi serê jinên din de jî bên. Şert û mercên heyî ji ve yekê re guncav e. Dibe ku her jin her dem nayê kuştin, lê her dem jin di bin gefa tacîz û destdirêjiyê de ye. Her tem di bin talukeya kuştine de ye. Her qada jiyanê ji bo jinê wekî ezab û îşkence ye. Ev bi xwe zilma herî mezin e. Hin her dem bi tirsa ‘Gelo dor bê min jî’ dijîn. Ev yek nexweşiyên derûnî, civakî, ruhi pêş dixe. Dema ku jin xwe biparêzin û bi rêxistin bikin xelas bûye. Divê jin vê pêvajoya dîrokî baş binirxinin û êdî li dervê pergalê daxwazên xwe bînin ziman.”

 

Paylaş

Yorum yapın

Please enter your comment!
Please enter your name here